Qesta kuştina Serokê Eniya Tirkmen a Iraqê Erşad Salîhî hat kirin. Di êrîşê de tu kes nemir û birîndar nebû, lê di wesayîtan de xisar çêbûn.
Dema qefîleya Salîhî diçû serdana navçeya Tazayê ya ku 10 kîlometre nêzîkî Kerkukê ye, ji dûr ve mayîn hat teqandin. Di êrîşê de wesayîta Salîhî ya bizirx xisareke mezin dît.
Erşad Salîhî nûçegîhanê AAyê re axivî û wiha got: "Em dê biçûna ziyareta gundê Tazayê ya ku ji bo Tirkmenan gelek girîng e. Dema ku em li nêzîkî gund di ser pireyê ra derbas dibûn ji dûr ve mayîn hat teqandin. Piştî êrîşê camên wesayîta min şikestin. Wesayîtên parêzvanên min bêzirx bûn, heke mayîn bipekiya, ji wan gelek kes dê bimirana. Hêzên ewlekariyê der barê bûyerê de lêkolînan dikin."
Salîhî diyar kir ku ev êrîş ji bo ku Tirkmen dev ji doza xwe berdin hatiye kirin û wiha got: "Me di demek berê anî rojêvê ku bila Tirkmen hêzên xwe yên ewlekariyê yên herêmî ava bikin. Ji ber vê daxwaza me, dibe ku êrîş li me kiribûn. Lê em ji ya xwe nayên xwar."