Serokwezîrê Sûriyê Vaîl El Halkî ji bo hevdîtinên fermî îniyê êvarê çû Îranê û di vê çarçoveyê de bi rayedarên payebilind yên Îranê re hat bal hev.
El Halkî pêşiyê ji aliyê Serokomar Hasan Rûhanî hat qebûlkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Serokomariyê de hat diyarkirin ku Rûhanî ji bo ku "Sûriyeyê li dijî zext û zordariyên ji nav welêt û derveyî welêt baş ber xwe daye" ew pîroz kirin. Hat daxuyandin ku Rûhanî wiha got: "Komên terorîst ên ji herêmê û derveyî herêmê îro li Sûriyeyê kom bûne. Pirsgirêka terorîzmê û marjînaliyê bi tenê ne ji bo herêmê, ji bo hemû dinyayê gefeke mezin e. Ji ber vê yekê divê hemû dewlet li dijî vê pirsgirêkê bi hev re ber xwe bide bidin."
Rûhanî diyar kir, ji bo ku li dijî Sûriyeyê şer neyê kirin, bi rêyên dîplomasiyê gelek hewl daye û wiha dewam kir: "Biryara Sûriyê girîng bû. Lewra Sûriyeyê got bila der barê çekên kîmyewî de venêra navneteweyî bê welat û her wiha pêşî li hincetekê girt."
Rûhanî got ku Sûriye û Îran welatên "dost û bira" ne û em hêvî dikin ku têkiliyên wan di hemû qadan de pêş bikevin, geş bibin.
El Halkî jî ji Rûhanî re silavên Serokdewletê Sûriyê Beşar Esed anîn û ji bo lihevkirina nukleerî ew pîroz kirin.
Serokwezîrê Sûriyê Vaîl El Halkî, bi Serokê Parlamentoya Îranê Alî Larîcanî û Wezîrê Karên Derve Muhammed Cevad Zarîf re jî hevdîtin kirin û hevdîtin ji çapemeniyê re girtî hatin kirin.