BRUKSEL
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan 21ê çileya paşîn dê here ziyareta Brukselê. Ev ziyaret ji bo pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê pir girîng tê dîtin. Lewra ev ziyaret piştî pênc salan dê çêbibe.
Tê çaverêkirin ku Erdogan bi Serokê Konseya YEyê Herman Van Rompuy, Serokê Komîsyona YEyê Jose Manuel Barroso û Serokê Parlementoya Ewropayê Martîn Schulz re bê bal hev.
Ji xeynî van hevdîtinên taybet, dê hevdîtineke bi çar kesan hev re jî dê bê kirin.
Di hevdîtinan de pêwendiyên Tirkiye û YEyê yên heta niha û asta ku par gihiştinê xurttir bikin dê bê axaftin.