ANKARA
Serokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demîrtaş got ku "Em wisa difikirin ku nîqaşên LBDDê bi verastkirineke der barê dadgehên rayetaybet yên ku di rewşa berdest de xweyîkêmasî ne, meşrûiyeta wan tên nîqaşkirin û li gel rewşa kesên ku ji ber maweya girtîbûna dirêj maf û azadiyê wan hatine xesbkirin û loma divê demildest bên berdan, bên kirin dê rastir be. Me vê nêrîna xwe birêz Serokomar re jî par ve kir."
Demîrtaş piştî hevdîtina xwe ya bi Serokomar Gul re daxuyanî da rojnamevanan.
Demîrtaş bi bîr xist ku Gul ji bo ku fikrên wan hîn bibe Serokên partiyên muxalefetê vexwend Qesrê û got ku nêrînên xwe yên der barê verastkirina LBDDê de bi Serokomar Gul re parve kir.
Demîrtaş da zanîn ku di hevdîtinê de got ku verastkirina ku li Komîsyona Edaletê ya TBMMê de tê nîqaşkirin, antîdemokratîk e, li dijî krîterên hiqûqa navneteweyî û destûrê ye, ne gengaz e ku bikarin bi vî awayî piştgiriyê bidinê û divê pêşnûma paş ve bê kişandin. Demîrtaş da zanîn ku nêrîna xwe ya "di vê mijarê de heke gengaz be bila bi komîsyoneke hevpar rêya çarseriyê bigerin" bi Serokomar Gul re parve kir.
Demîrtaş wiha axivî:
"Em wisa difikirin ku nîqaşên LBDDê bi verastkirineke der barê dadgehên rayetaybet yên ku di rewşa berdest de xweyîkêmasî ne, meşrûiyeta wan tên nîqaşkirin û li gel rewşa kesên ku ji ber maweya girtîbûna dirêj maf û azadiyê wan hatine xesbkirin û loma divê demildest bên berdan, bên kirin dê rastir be. Me vê nêrîna xwe birêz Serokomar re jî par ve kir."
Demîrtaş bi bîr xist ku dê Serokomar Gul bi Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan re jî hevdîtinê bike û wiha axivî:
"Ez wisa texmîn dikim ku dê Serokomar ramanên muxalefetê ragihîne Serokwezîr. Encam dê bibe çi em nizanin lê me diyar kir ku em ê piştgiriyê bidin verastkirineke ku biguherîna destûrê ji nû ve li ser mijara LBDDê disekine, bi guherîneke destûri ya ku temînata ewlehiya dadgeran, bêterefî û azadiya dadgehan dide. Min bal kişand li ser du xalan û got. A yekem: Pêşnûmaye berdest divê teqez bên paşvekişandin. A duyem: Demildest divê verastkirineke ku girtiyan serbest diberde û dawî li maweya girtîbûna dirêj tîne, bê kirin. Digel van em wisa bawer in ku nîqaş li Parlementoyê dê bi hevparî bên çareserkirin."
Demîrtaş li ser pirsa der barê LBDDê de we pêşniyazeke şênber pêşkeş kir an na de got ku der barê vê mijarê de pêşniyazek li Komîsyona Edaletê kirine, lê di hevdîtina bi Serokomar Gul re de tu pêşniyaz nekirine. Demîrtaş da zanîn ku wek BDP amade ne ku di hevdîtinan de guherîneke hevpar ya destûrê bikin.
Demîrtaş got ku "Pêşnûmaya ku me pêşkêşî Komîsyona Edaletê jî kir dibe an jî li ser pêşnûmaya partiyên din jî dibe ku xebateke hevpar bê kirin. Madeya herî demokratîk divê çawa bê nivîsandin, em amade ne ku ji bo vê yekê nîqaşan bikin û bixebitin."