ANKARA
Arîkarê Serokwezîr Bulent Arinç piştî civîna Lijneya Wezîran daxuyanî da rojnamevanan û bersiva pirsên wan da.
Arinç da zanîn ku Serokwezîr Erdogan û wezîrên ku bi wî re çûbûn geşta Rojhilata Dûr, der barê ziyaretên xwe yên li wir agahî da Lijneya Wezîran û got ku serlêdan gelekî bi erênî der bas bûn.
Arinç destnîşan kir ku der barê Pêşnûmaya Qanûna Der barê Guherandina Qanûna Guherandina Qanûna Bazara Ceyranê û Qanûna Bazara Gazên Neftê yên Hatine Ronkirin yên ku Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz anîbû Lijneya Wezîran, temam bûn. Arinç da zanîn ku pêşnûma ji bo qebûlkirinê pêşkêş kirin û pişt re dê wan bişînin TBMMê.
- Ûsûla lêpirsîna fermandaran
Bulent Arinç got ku "Em mijareke ku bi referandûma 12ê Îlona 2010an de ketibû Destûrê hinek dereng jî be dikin qanûn. Ew jî ûsûla lêpirsîna sûcên Sererkan, Fermandarên Bejayê, Behrê û Hewayê û Fermandarê Giştî yê Jendirmeyan yên der barê peywirên wan de, verast dike. Wekî hûn jî dizanin heke hewce bike ku ev kes bên darizandin, şandina wan ya bi wezîfa Dîwana Bilind ya li ser Dadgeha Destûrê, di referandûma 12ê Îlona 2010an de hatibû qebûlkirin. Em niha qanûna tetbîqkirina vê yekê tînin. Pêşnûma hat îmzekirin û em ê bişînin TBMMê."
- Tezkere hat dirêjkirin
Arinç got ku di civînê de gelekî biryarnameyên Lijneya Wezîran hatin îmzekirin lê naxwazim ku ji vana du heban bi raya giştî re par ve bikim û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Yek ji wan ev e tê payîn ku maweya peywirdarkirina behrevanên Hêzên Çekdar yên Tirkan di çarçoveya biryara Konseya Ewlehiyê ya NYyê de salek bê dirêjkirin."
Zêdebûna mehane mixtaran û Biryara Der barê Guherîna Biryarên Lijneya Wezîran de îro dikeve rewacê. Mehaneyên mixtaran bi 15ê kanûna paşin dê ji 457 lîreyan derkeve 871 lîreyan.
Arinç got ku di civînê de bûyerên navxweyî û derveyî hatin nirxandin û da zanîn ku tenê Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag ji ber hevdîtinin li TBMMê nekarî beşdarî Lijneya Wezîran bibe.
Arinç der barê rexneyên Yekîtiya Ewropayê yên der barê pêşnûmaya ku di LBDDê de guherînê dike got ku "Rast nîne ku Yekîtiya Ewropayê li ser pêşnûmaya qanûneke ku di Parlementoya Tirkiyeyê de tê nîqaşkirin, tu gotinan bêje, daxuyaniyan bide û rexneyan bike."
Arinç da zanîn ku pêşnûmaya der barê LBDDê de paşve nayê kişandin.