ANKARA
Serokê Giştî Yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu diyar kir dixwazin ku Lijneya Bilind a Dozgeran û Lijneya Bilind a Dadgeran ji hev veqetin, divê temînata dadgeran teqez bikeve bin ewlehiya destûrê. Kiliçdaroglu got ku "Em darazeke ku di destê otorîteya siyasî de ye naxwazin, em darazeke ku wisa dixwazin ku guh dide wijdana xwe."
Kemal Kiliçdaroglu piştî hevdîtina xwe ya bi Serokomar Gul re dema ku ji Qesra Çankayayê derket, daxuyanî da rojnamevanan.
Kiliçdaroglu parast ku li Tirkiyeyê qeyrana dewletê diqewime û got ku bûyera di 17ê Kanûna Pêşîn de ji bo demokrasiyê gelekî girîng bû. Kiliçdaroglû got ku "Mudaxeleya rasterast a li ser darazê, astengkirina lêkolîna gendeliyan wekî pirsgirêkeke cidî di rojeva Tirkiyeyê de cî digire" û bi bîr xist ku li TBMMê pêşniyazeke ku di saziya LBDDê de guherînê dike, hat nîqaşkirin.
Kiliçdaroglu îdia kir ku bi pêşniyaza qanûnê re havila demokrasiyê ya 90 salî ya Komara Tirkiyeyê hat paşguhkirin û got ku min wekî serokê partiyeke ku serdestiya hiqûqê, azadiya darazê û temînata dadgeran diparêze fikarên xwe yên di vê mijarê de bi Serokomar Gul re parve kir.