ANKARA
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu di 6emîn Konferansa Balyozan ya ku li Otêla JW Marîotê hat lidarxistin de axivî behsa têkoşîna ku bi gendeliyan re hatiye dayîn kir.
Davutoglu têkoşîna Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ya ku ji sazkirina AK partiyê pê ve li hemberî qedexe, gendelî û xizaniyan dide bi bîr xist û got hêza neteweyekê tenê kesekî ku ji nav wî neteweyê rabûye dikare li ser navê wî neteweyê bi kar bîne û ji bo wî welatî polîtîkayan bike.
Davutoglu destnîşan kir ku hikûmeta AK Partiyê di nav 10 salan de tu carê ji hesabdayînê nereviye û ev vîna wî dê piştî vê qasî jî dewam bike û wiha dewam kir: "Serbixwebûna darazê bingeh e. Daraz dê bi vî awayî ji rêvebiriyê dûr bisekine û helwesta xwe ya azad bide nîşan. Lêbelê têkiliyên di navbera her du aliyan de ku nediyar bin, dê hem di rêvebiriyê de û hem jî di darazê de tengasiyên derkevin."
"Em mazûvaniya 700 hezar birayên sûriyeyî dikin"
Davutoglu destnîşan kir ku îro Tirkiye di mijara mafên mirovan û penaberan de destanê dinivîse û wiha pê de çû: "Em mazûvaniya 700 hezar birayên sûriyeyî dikin, elhamdulillah ji tu alî ve bertekeke xirab ya civakî nehat."