ÎSTANBUL
Serokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku vexwendina Serokomar Abdullah Gul ya ku ji bo axaftina teklîfa guherîna Lijneya Bilind a Dozger û Dadgeran (LBDD) tiştekî girîng e. Demîrtaş wiha got: "Gaveke baş e. Birêz Serokomar dê der barê vê mijarê de guh bide fikrên muxalefetê, ev tiştekî girîng e."
Demîrtaş doza KCKyê ya ku 19 girtî û 46 bersûc li Silîvriyê tên darizandin temaşe kir. Demîrtaş piştî dozê pirsên rojnamevanan bersivand û wiha axivî:
"Em ê di saet 18.00an de herin Qesra Çankayayê û birêz Serokomar bibînin. Ev gaveke baş e. Birêz Serokomar dê der barê vê mijarê de guh bide fikrên parlementoyê û muxalefetê, ev tiştekî girîng e. Em ê jî der barê LBDDyê û bi taybetî jî nîqaşên li ser darizandinê yên di rojên dawîn de tên kirin bi birêz Serokomar re biaxivin. Hêvî dikim ji bo sîstemeke adil a ji bo darizandinê çêbibe, însiyatifa birêz Serokomar hildaye bikêr be. Der barê LBDDyê de him rexneyên me û him jî pêşniyarên me hene. Em ê van bibêjin."
- "Kîjan dadgêr, dozger endamên dewleta paralel in?"
Demîrtaş got ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan dibêje ku meşrûiyeta dadgehên xwedî rayeyên taybet nemaye û wiha axivî:
"Serokwezîr Erdogan bi xwe got ku hin dadger, dozger çete ne û ji bo dewleta paralel dixebitin. Niha em bendê ne ku Wezareta Dadê lîsteyekê biweşîne. Kîjan dadgeh dadgehên çeteyan in? Kîjan dadgêr û dozgêr yên dewleta paralel in? Kîjan ne wisa ne em van bizanibin. Kî me didarizîne? Kî darizandina hevalên me dike? Em vana bizanibin."
-Teklîfa guherîna Lijneya Bilind a Dozger û Dadgeran
Demîrtaş li ser pirsa teklîfa guherîna LBDDyê jî wiha axivî: "Ev mudaxaleyeke siyasî a li sîstema dadê ye. Jixwe di dema referandûmê de mudaxaleyek hat kirin. Niha hikûmeta AK Partiyê mudaxaleyeke ku vê rewşê xirabtir bike dike."