2017 ж. 18 сәуір•Rojanekirin: 2017 ж. 18 сәуір
TUNCELI
Walîtiya Tunceliyê daxuyand, "18ê Nîsana 2017an saet 11.40î da firokeyeke polêsan a Skorskyê ji navçeya me ya Pulumurê rabû û piştî 10 deqîqeyan sînyala wê qut bû."
Walîtiya Tunceliyê: "Tê nirxandin ku di helîkopterê da 7 polês, dadwerek, astsûbayek û 3 muretebat hene. Herwiha tê pêşbînîkirin ku helîkopter ji ber rewşa neyênî ya hewayê ket xwarê. Gelek ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê ber bi herêmê hatine sewqkirin. Raya giştî wê ji geşedanan bê agahdarkirin."