TUNCELÎ
Xebatkarên Midûriyeta Karên Daristanê ya Tunceliyê 25 ton toximê çekemê ku ji Kozana navçeya Edeneyê anîne, li navçeya Hozatê li qadeke bi 300 hektarî mezin datînin.
Midûrê Karên Daristanê ya Tunceliyê Ozcan Yuksel daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku me ji Midûriyeta Karên Daristanê ya Kozanê 25 ton toximê çekemê peyda kir û wiha dewam kir: "Xebatkarên me berikan datînin. Li Tuncelî û Herêma Rojhilatê Anadoluyê cara ewil e ku li qadeke 300 hektarî toximên çekemê tên danîn."
Yuksel destnîşan kir ku em xebatên xwe li dorbera gundê Çigirliya Hozatê ld qadeke 300 hektarî de dimeşînin.
Yuksel diyar kir ku em ê li tevahiya qadê toximê çekeman deynin û wiha got: "Bihara sala bê wê fîdanên me çêbin."