Davutoglu li Cemxaneya Komeleya Alîkariyê û danasîna Çanda Haci Bektaş-î Welî ya Tunceliyê bi pîrên elewiyan re hat li bal hev.
Serokwezîr Davutoglu, piştî ziyareta Walitiya Tunceliyê çû cemxaneya ku li navenda bajarê.
Serokê Komeleyê û Pîrê Elewiyan Alî Ekber Yurt û pîrên elewiyan ên din li ber cemxaneyê Serokwezîr Davutoglu pêşwazî kirin.
Davutoglu digel xanima xwe li ber pêykerê Pîr Sultan Abdal wêne dan kişandin. Hin wezîr û kesên ji partiyê jî bi hev re li ber pêyker wêne dan kişandin.
Davutoglu pişt re li cemxaneyê berpirsyarên cemxaneyê û pîrên elewiyan re axivî. Hevdîtin bêyî çapemeniyê dewam kir.