Li Tûşbaya navçeya Wanê wesayîteke parkkirî ji aliyê hin kesan ve hat şewitandin.
Li gorî agahiyan kamyoneta ku pleqaya wî 20 YY 273 ye û ya Mehmet Şîrîn Tokyayê ku li taxa Îstasyonê rudinê ye, ji aliyê hin kes an kesan ve hat şewitandin.
Tokyayê ku dit wesayîta wî dişewite midexele kir û agir vemirand.
Li ser vê yekê Tîmen Muduriyeta şaxa vekolînê ya Cihê Buyerê ya Muduriyeta Ewlehiya Bajêr hatin cihê buyêrê. Tîmên Ewlehiyê di wesaîta hat şewitandin de û li derdorê vekolîneke bihurgilî kirin.