Serokwezîr Ahmet Davutoglu got : "Ez bangî HDPyê dikim, heke hûn di pêvajoya çareseriyê de ji dil û canin divê hûn ji ber bûyerên 6 û 7ê cotmehê ji gel lêborînê bixwazin lewra hûn ji bo vê yekê deyndar in. Carek din zarokên gel ji bo tundiyê dernexin kûçe û kolanan. Heke hûn ji bo pêvajoya çareseriyê ji dil û can in ji bo tundiyê bangî tu kesî nekin".
Serokwezîr Davutoglu di 5emîn Kongreya AK Partiyê ya Patnosa navçeya Agiriyê de xîtabî partîgirên xwe kir.
"Em li pêvajoya çareseriyê xwedî derketin"
Davutoglu destnîşan kir ku di bûyerên 6 û 7ê cotmehê qewimîn de gelê Patnosê li hemberî ziyandaran ber xwe dan û wiha pê de çû: "Em bibiryar in ku ji bo pêşeroja gelê xwe pêvajoya çareseriyê bibin serî. Bi rastî bûyerên 6 û 7ê ku di cotmehê de qewimîn ji bo pêvajoya çareseriyê provakasyon bûn. Ji bo ku fîtneya di nav birayan de ji holê rabibe me dest bi pêvajoya çareseriyê kir lê hin kes jî ji bo ku fîtneya di nav birayan de bidome bûyeran derdixin."
Davutoglu bangî HDPê kir
Serokwezîr Davutoglu di axaftina xwe de ji bo pêvajoya çareseriyê bangî HDPyê kir û wiha pê de çû: "Heke hûn di pêvajoya çareseriyê de ji dil û can in divê hûn ji ber bûyerên 6 û 7ê cotmehê ji gel lêborînê bixwazin lewra hûn ji bo vê yekê deyndar in. Bi rastî ev ji bo we îmtihaneke mezin bû jî. AK Partiyê baş nîşan da ku ewê bi awayekî serkeftî ji vê îmtihanê derbas bibe. Ez li vê derê bi xêra serê we bangî hemû Tirkiyeyê dikim; vê pêvajoya çareseriyê wek pêvajoya biratiyê emê bibin serî û bi tenê ne li Tirkiyeyê li deverên din jî bigihîjin birayên xwe. Weke ku em dûh li Iraqê, li Hewlêrê gihîştin birayên xwe. Tu kes dê nikaribe dawî li vê biratiya ku wê heta bi hetayê dewam bike, bîne."