DÊRİM
Serokwezîr Davutoglu Li Tunceliyê axivî û diyar kir ku Qişleya berê ya li Dêrsimê dê bibe muze û navê Zanîngeha Tûnceliyê jî dê bibe Zanîngeha Mûnzirê.
Serokwezîr Davutogluwiha dewam kir: "Dibe ku qinyaetên her kesî ji bo bûyerên Dêrsimê cuda bin. Em dikarin li ser van bûyeran lêkolînan bikin û li benda encama lêkolînên dîrokî bisekinin. Lêbelê bila kes ji min re nebêje ku li hemberî feryadaya kalekî 75 salî (Sêyît Riza) ya ku dema hat idamkirin bê deng bimîne. Zihniyeta ku ew kuşt, kî temsîl dike bila bike, ew zihniyet zihniyeteke zalimane ye. Kesên ku wê zihniyetê diparêzin bila nebêjin ku em dewletê diparêzin. Dewlet li ser wê zihniyetê baqî namîne. Dewleta ku li wê zihniyetê venegere jî nikare bibe dewleta gel. Em vedigerin û li ser van mijaran disekinin."
Serokwezîr Davutoglu: "Atif Xoceyê Îskîlîpî û Seyît Riza ji ber ku mîna îdeolojiya fermî ya dewletê nedifikirîn hatin idamkirin. Em dibêjin ku ji vir û şûn de wê îdeolojiyeke fermî ya dewletê tunebe. Dewlet tenê wê girêdayî gel be. Dewleta ku eleqeya wî bi gel re tunebe, nikare li ser piya bimîne û bi îdeolojiya fermî bijî. Tarîxa ku îdeolojiya fermî li gor xwe çêdike, pûç e û pêşeroja dewletê li ser wê dîrokê ava nabe. Em ê hemû bi hev re rûnên û lihev bikin û biaxivin, lê em hêrsa xwe li hev neynin. Em ê êş û kedera hevdu parvebikin."