Li Araban a navçeya Gazîantepê di zeviya cotkarekî de sê petêxên bi hev du ve zeliqînda gihîştin.
Petêxê sêwîkê ku li bostanê Hîlmî Gokçek (53) gihîştiye mirov şaş û metel dihêle.
Gokçek teknîkerê çandiniyê ye û ji Midûriyeta Bajar a Xurek, Çandinî û Heywandariyê ya Gazîantepê teqawîd e. Gokçek dest nîşan kir ku di erdê xwe yê 50 donimî de çandiniya petêxan dike. 25 sal in ku vî karî dike lê cara ewil e ku tiştekî wiha dibîne.
Gokçek wiha dewam kir: "Ez karê mêşên hingiv jî dikim. Mêş ji kulîlkên petêxan gelek hez dikin. Ez wisa texmîn dikim, mêşan li ser kûlîlka petêxê danîne, di wê demê de bergirtin pêk hatiye û ev petêxê sêwîk gihîştiye.
Gokçek ev petêx jêkir û anî bajêr. Kesên ku vê petêxê sêwîk dibînin şaş û metel dimînin.