IGDIR
Leglega ku hefeteyekê beriya niha, ji hêla welatiyan li bajaroka Melekliyê birîndar hat dîtin, ji hêla peywirdarên Midûriyeta Şaxa Karên Av û Daristanê hat tedawîkirin. Leglega ku piştî tedawiyê ji nû ve dest bi firînê kir, ji hêla Midûrê Şaxa Karên Av û Daristanê Mete Turkoglu ve li nêzî navçeya Aralikê hat azadkirin.
Turkoglu ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku leglek ji hêla welatiyan birîndar hat dîtin û piştî ku beytar legleg tedawî kir, hat zanîn ku leglek ji baskên xwe birîndar bûye.
Turkoglu da zanîn ku legleg ji bo Îdirê bûne sembol û got: "Ji bo van ajalan cihê jiyanê eraziyên avî û cotkariyê ne. Li cihên ku ne asê, dijîn. Ji mirovan narevin. Legleg xwarina xwe herî zêde li van eraziyan peyda dikin. Ev ajalên biyanî hînî mirovan bûne. Em jî ji mirovan dixwazin bêyî ku zirarekê bidin ajalan bila li wan xwedî derkevin."