HATAY
Li Kirikhana navçeya Hatayê dayîkek û keça xwe, li girava ku Gola Golbaşiyê dorpêçkirî ya ku wextekê gelek kesan li wir bi masîgiriyê debara xwe dikirin, bi tena serê xwe û ji çavan dûr dijîn.
Li vê girava ku tenê du-sê xirabe lê hene, Helîme (73) û keça wê Done Sogan (43) di maleke yekodeyî de jiyaneke mîna karakterên wek "Robinson Crusoe" û "Cuma"yê ku bûn mijara fîlm û kitêban dijîn.
Helîme Sogana ku 50 sal berê wek bûk hat vê giravê û êdî qet ji vê giravê veneqetiya, dema ku kesek wekî mêvan diçe serdana wê gelekî hestiyar dibe û bi çavên şil "xêrhatina" wan dike. Pîrika Helîme dema ku qala serpêhatiyên xwe yên li giravê dike, hêsir ji çavên wê tên û diyar dike ku jiyana li vir gelekî dijwar e.
Helîme Soganê ji peyamnerê Anadolu Agencyê (AA) re diyar kir ku ew di 17 saliya xwe de wekî bûk hatiye vir.
Soganê diyar kir dema ku hat giravê gelek kesan bi masîgiriyê debara xwe dikirin, lê van kesan demek şûn de bar kirin gundê Adalarê.
Soganê destnîşan kir ji ber ku ciheke wan ê ku biçinê tuneye, ew mecbûr man li vir bimînin û piştî mirina mêrê wê û zewaca 4 zarên wê, bi keça xwe ya Doneyê re li vê giravê bi tena serê xwe man.
Pîrika Helîmeyê diyar kir ku ew bi miaşê pîrtiyê debara xwe dike û wiha domand: "Ji bo mirûweta qîza xwe ez dixwazim ji vir biçim. Lê mezelê mêrê min li vir e. Ji ber vê ez heroj diçim ser gora mêrê xwe û jê re dia dikim. Dema ku ez mirin bila min jî li vir veşêrin."