VAN
Li Wanê ciwanekî 22 salî yê ku nexweşiya wî ya psîkolojîk heye saet daqurtand. Saeta di mîdeya wî de bi emeliyata girtî (laparoskopî) hat derxistin.
Erhan O. demek beriya niha ji ber êşa mîdeyê çû Navenda Tibê ya Dûrsûn Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê û hat tespîtkirin ku saeta destan daqurtandiye. Saeta bi qasî 6 santîmetroyan ji mîdeyê hat derxistin.
Dr. Umît Halûk Îlîklerdenê ku emaliyatê kir daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku nexweşê, berê jî ji ber nexweşiya xwe ya psîkolojîk hin tişt daqurtanin û tiştên ku daqurtandibû bi emeliyatê ji mîdeya wî hatin derxistin.
Îlîklerden da zanîn ku saeta destan a bi qasî 6 santîmetroyê, bi azîneyeke ku dê bikeve lîteratuta tibê bêemeliyat ji mîdeya wî derxistin. Îlîklerden axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ciwan bi nexweşiya şîzoaffektîf anîn nexweşxaneyê û hat tespîtkirin ku di boriya wî ya xwarinê de hin tişt hene. Me ev tişt bi emeliyateke serkeftî ji wir derxistin, lê belê nexweşiya nexweş berdewam kir. Li ser vê yekê me hin tetkîk kirin û me dît ku di mîdeya ciwanê de saeteke destan heye. Ji bo vê yekê divê emeliyat bihata kirin, lê belê me şûna emeliyatêdi bin serokatiya Prof. Dr. Remzî Kiziltan bi azîneya laparoskopikê saet ji mîdeya wî derxist."
-Di lîteraturê de emeliyateke wiha tune ye
Îlîklerden qala emeliyatê kir û got ku û bawerim vê emeliyatê cara ewil em dikin û di lîteraturê de emeliyateke wiha tune ye. Îlîklerden diyar kir ku piştî emeliyatê rewşa tenduristiya ciwan baş bû û me ew ji nexweşxaneyê derxist.
Bavê nexweş Cemal Ozbîlîr jî diyar kir ji ber ku kurê wî nedikariya xwarin bixwe û xwarinê daqurtîne me ew anîn nexweşxaneyê û got ji ber ku kurê min baş bû kêfxweş im.