26 Îlon 2015•Rojanekirin: 26 Îlon 2015
HATAY
Ava hinaran ya ku bi taybetî di selete û şorbeyan da tê emilandin, piştî kedeke mezin tê hazirkirin.
Li Dortyola navçeya Hatayê jin ji bo zivistanê dest bi haziriyên xwe kirin. Jin bi taybetî ava hinaran piştî kedeke mezin amade dikin.
Jin hinarên ku tên komkirin, dikin du telaşan û dikin teştê. Jin hinarên di teştê da dikutin û teneyên hinarê ji hev dertên. Peyra dikin telîsan û li dereke bilind ava hinaran tê palandin.
Ava hinaran ya ku tê palandin dikin qazanan û dikelînin. Peyra jî ava hinaran sar dikin û dikin şûşeyan.
Jin him ji bo mala xwe û him jî ji bo bifiroşin ava hinaran çêdikin.
Endama Lijneya Rêvebiriya Komeleya Piştgirîdayîna Berhemên Herêmî û Hunerên Destan a Dortyolê Esma Aslanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got jin piştî kedeke mezin ava hinaran hazir dikin.
Aslanê diyar kir ku çêkirina ava hinara zor e û wiha got: "Jin hinarên ku kom dikin piştî ku ji hev diqetînin di qazanan da dikelînin. Piştî tê asta hingiv, sar dikin û dikin şûşeyan. Jin him ji bo mala xwe ava hinaran çêdikin û him jî kîloya wê bi 30 lîreyî difiroşin."
Aslanê destnîşan kir ku ava hinaran di navbera îlon û cotmehê da tê çêkirin.