DİYARBAKIR (AA) - Diyarbakır'da devam eden 16 sanıklı JİTEM davasında yargılanan "Yeşil" kod adlı Mahmut Yıldırım'a gazete ilanıyla tebligat yapılmasına karar verildi.
Di doza JÎTEM a ku 16 kes têne darizandin de biryar derket ku bi riya rojnameyê ji Mahmut Yildirim re teblîxatê were şandin.
Doza JÎTEMê, ku li Dadgeha Cezayê Giran ya 6em a Diyarbekirê tê dîtîn bi xwendina ewraqan dest pê kir. Di nav ewraqan de biryara der barê doza Musa Anter de jî heye. Ev ewraq li ser bihevekirina doza Musa Anter û doza JÎTEMê ye.
Parêzerê mirovê mexdur Bariş Yavuz, got me xwest ku doza Anter û JÎTEMê werin bihevekirin û ji bo Mahmut Yildirim biryara derdestkirinê were derxistin.
Dadgehê birdar da ku emrê derdeskirina bersûcên wek Mahmut Yildirim, Îbrahîm Babat, Zahît Karadenîz û Muhsîn Gul dewam bike û ji Serdariya Jendermeyan ya Solhana Bîngolê were pirsîn bê ka wan navnîşana Mahmut Yildirim bi çi awayî tespît kiribû.
Heke piştî îlana rojnameyê Mahmut Yildirim neyê îfadê, dê der heqê wî de biryara lêgerîna bi bultena sor, were dayîn
Di doza JÎTEMê ku li Dadgeha Cezayê Giran Ya 6em a Diyarbekrê tê dîtîn de ji bo 16 bersÛcan, 15 sal cezayê giran tê xwestin. Tê îdiakirin ku van kesan li Diyarbekir, Mardîn, Batman û Şirnakê meriv kuştine, cî û war bombe kirine û şewitandine.