IGDIR
Xalîçeyên mizgefta Nûh Nebî ji bo şûştinê dan febrikaya xalîçeşûştinê. Piştî ku xalî ji şûştinê hatin ji bo zûwabûnê hildan hewşa mizgeftê. Xalî ji hewşa mizgeftê hatin dizîn. Xalî piştî hefteyekê li ser rêya Igdir û Bazîdê nêzî Suverenê hatin dîtin. Welatiyê ku xalî dîtin telefonî melayê mizgeftê Ahmet Karaçol kir. Li ser vê yekê Karaçol û cemaeta mizgeftê xalîçe anîn mizgeftê.