2016 ж. 06 қаңтар•Rojanekirin: 2016 ж. 07 қаңтар
ANKARA
Li Şirnexê eskerekî ku li ber mala xwe disekinî ku here wezîfeyê, rastî êrîşa rêxistina terorê hat. Eskerê birîndar rakirin nexweşxaneyê, lê ew di nexweşxaneyê de şehîd ket.
Serokatiya Sererkaniyê daxuyand ku li navenda bajêr di saet 08.10an de eskerekî girêdayî Hêzên Çekdar a Tirkiyeyê rastî êrîşa biçek a terorîstan hat. Eskerê ku giran birîndar bû rakirin nexweşxaneyê, lê ew di nexweşxaneyê de şehîd ket.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji ber vê êrîşê em bi êş û xemgîn in. Rehma Xwedê li hevalê me yê qehreman be. Xwedê sebrê bide malbata biqîmet a şehîdê me, eqrebayên wî, mensubên Hêzen Çekdar ên Tirkiyeyê û gelê Tirk ê ezîz."