2015 ж. 29 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 29 қыркүйек
HAKKARİ
Li Şemdînliyê bombeya ku rêxistina terorê li ser rêbejê veşartibû, dema wesayitên eskerî derbas dibûn hat teqandin. Di teqînê de 2 esker cangorî bûn.
Li gorî agahiyên ku hatin hildan, teqemeniya bidestçêkirî ya ku endamên PKKya rêxistina terorê li ser rêya navbera Şemdînlî-Yuksekovayê de veşartibû, dema wesayitên eskerî derbas dibûn hat teqandin. Di teqînê de 2 eskerên di wesayita bizirx da cangorî bûn.
Li herêmê ji bo qefaltina terorîstan operasyon dan destpêkirin. Operasyon ji ezmên ve jî tê teqîbkirin.