Netanyahû di axaftina xwe ya li Zanîngeha Tel Avîvê de der barê daxwaza azadiya Kurdistanê de axivî û wiha got: "Ew (Kurd) gelekî têkoşer in, di siyasetê de helwesta xwe ya erênî nîşan dane û ji ber vê yekê jî serxwebûna siyasî heq dikin, divê em piştgirî bidin daxwaza serxwebûna kurdên li Iraqê."
Netanyahû got ku "Li Şeriaya Rojava ji bilî artêşa Îsraîlê tu hêzên din nikare ewlehiya Îsraîlê pêk bîne" û axaftina xwe wiha berdewam kir: "bandora komên radîkal ên şiî û sunî li welatê wan zêde dibe, divê em li hember vê yekê bi Misr û welatên din re bixebitin."