Li birêvebiriya xweser a Katalonyayê ya li rojhilatê Îspanyayê digel biryara Dadgeha Destûra Bingehîn, dengdayîna gel a nefermî hat kirin. Hat eşkerekirin ku nezî ji sedî 40î kes beşdarî dengdayînê bûn û ji kesên ku beşdarî dengdayînê bûn ji sedî 80,72yê wan serxwebûnê xwest.
Arîkarê Serokê birêvebiriya xweser a Katalonyayê Joana Ortega encamên dengdayîna ku duh bi saeta herêmî di navbera 09.00-20.00an de hat kirin, eşkere kir.
Di dengdayînê de pirsên wekî "Gelo hûn dixwazin ku Katalonya bibe dewleteke serbixwe" û "Gelo hûn dixwazin ku ev dewlet bibe dewletek serbixwe" hat pirsîn. Ortega rêjeya kesên ku erênî bersiva van pirsan dan eşkere kir.
Bersiva "erê-erê" tê wateya serxwebûnê û rêjeya kesên ku vê bersivê dan ji sedî 80,72 ye (milyonek 649 hezar û 239 kes). Bersiva "erê-na" tê wateya kesên dixwazin ku Katalonya xweser bimîne lê mafê wê yê xweseriyê bê zêdekirin. Rêjeya kesên ku ev bersiv hilbijartin ji sedî 10,11 e. Rêjeya kesên ku gotin "nexêr" û xwestin ku Katalonya bi mafên xwe yên niha xweseriya xwe berdewam bike jî ji sedî 4, 55 e. Her wiha hat eşkerekirin ku di dengdayînê de ji sedî 0,56 deng avala hat avêtin.
Ji aliyê din ve Seroka Asambleya Neteweyî ya Katalonyayê ya ku piştgirî dide serxwebûnê û ji bo dengdayînê civaka sivîl organîze kir Carme Forcadellê nirxandinek kir û wiha got: "Me îro digel edaleta îspanyolan û hemû gefan nîşan da ku em êdî ji wê natirsin."
Forcadellê parast ku di 9ê sermawezê de ji bo Katalonyayê "dengdayîna tûra ewil" heye û li ser îdiayên dibêjin ku dê li Katalonyayê hilbijartin zû bên kirin sekinî û diyar kir ku "dê ji sibê pê ve li ser hilbijartinan biaxivin." Partiya Çepa Komarparêz a Katalonyayê (ERC) ya ku ji derva piştgirî dide hikûmeta kêmnetewe ya Katalonyayê û li gor encamên anketên dawîn tê diyarkirin ku dê di hilbijartinan de bibe partiya yekemîn jî daxuyaniyên manend dan û xwest ku piştî vê dengdayîna gel li Katalonyayê hilbijartin zû bên kirin.