Li bajarên Logar, Kabîl û Nangarhara yên Efganistanê vê sibê bi bombeyan êrîş hat kirin. Di êrîşan de 2 ji wan êrîşkarê xwekujiyê bi tevahî 11 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn.
Midûrê Ewlehiyê yê Logarê Ebdûl Hakim Eshakzay daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û da zanîn ku li ber avahiya midûriya ewlehiyê ya bajêr êrîşa xwekujiyê hat kirin, di êrîşê de fermandarekî polêsan ê herêmî û 6 polês mirin.
Eshakzay diyar kir ku di êrîşê de êrîşkarê xwekujiyê mir, hin kes jî birîndar bûn lê jimara birîndaran diyar nîne. Eshakzay wek berpirsyarê bûyerê Talîban nîşan da.
Li bajarê Nangarharê jî di êrîşa ku li navenda bajêr birin li ser mamosteyên akademiya polêsan de 2 mamoste û êrîşkarê xwekujiyê mirin û 2 mamoste jî birîndar bûn.
Berdevkê Walitiya Nangarharê Ehmed Ziya Ebdûlzay jî got ku wesayîta ku hindekarên akademiya polêsan bi kar dianî di êrîşê de gelek zirar dît û rewşa birîndaran baş e. Ebdûlzaî da zanîn ku êrîşkarê xwekujiyê ye ku motosîkletê diajot li nêzî wesayîtê bombeya li ser xwe teqand.
Wek mayîn li gor agahiyên ku Wezareta Karên Navxweyî da li Afşara herêma paytext Kabîlê bombeyekî ku li kêleka rê hatibû bicîkirin, hat teqandin di teqînê de 3 sivîl birîndar bûn.
Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Sadiq Sadiqî got ku hedefa bombeyê ekîbên herekata taybet bû, piştî ku wesayîta ekîbê derbas bû bombe hat teqandin.
Talibanê berpirsyariya êrîşan girt ser milên xwe.