Rêvebiriya Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê (DYA) ji bo li dijî rêxistina terorê ya DÎŞIyê amadehiyên şer dike.
Rêvebiriya Obama ji Kongreyê ji bo sala bê ji sedî 5,6 milyar dolaran ji butçeyê daxwaz kir. Obama diyar kir ku di heman demê de dê hezar û 500 leşkerên din jî bişînin Iraqê.
Serokê DYAyê Barac Obama jî duh ji CBSyê re axivî û diyar kir ku piştî êrîşên DYA û hêzên koalîsyonê pêşveçûna DÎŞIyê jî sekinî û got ku divê niha jî hêzên Iraqê di qada şer de wan têk bibin. Obama got ku dê Amerîka leşkeran bişîne Iraqê lê ev nayê wateya ku stratejiya DYAyê ya li dijî DÎŞIyê têk çû, ev tê wateya ku şerê bi DÎŞIyê re gihişt merhaleyekî din.
-DYA, hejmara leşkerên xwe yên li herêmê zêde dike
DYAya ku berê jî alîkariya perwerdeyê ya leşkerî û şêwirmendiyê dabû Iraqê dê hejmara leşkerên xwe yên li herêmê derxe du qatî. Ji bilî vê tê gotin ku dê hêzên koalîsyonê jî ji bo perwerdeya leşkerî bidin Iraqê, personel bişînin herêmê. Obama got dibe ku em di serdema bê de hin leşkerên Amerîkayê jî bişînin Iraqê.