Balyozê Şamê yê Tirkiyeyê Nuh Yilmaz beşdarî dengdayina "Wêneyên Salê" ya AAyê bû
Damascus
Balyozê Şamê yê Tirkiyeyê Nuh Yilmaz beşdarî dengdayina "Wêneyên Salê" ya Ajansa Anadoluyê (AA) yên bûyerên ku mohra xwe li sala 2025an xistine, bû.
Balyozê Şamê yê Tirkiyeyê Yilmaz di pêşbirka ku bi sponsoriya lifebox, AJet û ROKETSANê tê lidarxistin da, 112 wêneyên di 6 kategoriyan da yên ku ji hêla nûçegihan û nûçegihanên wêneyan ên AAyê va hatine kişandin û di sala 2025an da li rojeva Tirkiye û cîhanê deng vedane, nirxandin.
Yilmaz di kategoriya "Birçîbûn: Xeze"yê da dengê xwe da wêneyê Saeed M.M.T. Jaras ê ku bi hezaran Filistîniyên ji ber birçîbûnê ber bi navendên belavkirina alîkariyê va diçin.
Balyoz Yilmaz ji nûçegihanê AAyê ra got hecma bazirganiyê ya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê da wê di sala 2026an da bigihêje asteke bilindtir.
Yilmaz diyar kir ku di sala 2025an da tevî mueyîde, vejen, teror û pirsgirêkên ewlehiyê, qebareya bazirganiyê ya di navbera her du welatan da du qat zêde bûye.
Balyoz Yilmaz daxuyand ku îsal pirsgirêkên ewlehiyê hatin kontrolkirin, mueyîde hatin rakirin û pirsgirêka vejenê hêdî hêdî çareser dibe û ev pêşketin dikarin têkiliyên bazirganiyê bêtir pêş bixin.
Yilmaz wiha got: "Em bawer dikin ku hevkariya me ya hevbeş wê di serdema pêş da ji bo tevahiya herêmê refahê bîne. Em ji bo sala 2026an pir bi hêvî ne."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
