ANKARA
Serokê PYDê Muslim bi destûrmendên Wezareta Karên Derve yên Tirkiyê re civiya û careke din da zanîn ku daxwazeke wan a xweserî û serxwebûnê tuneye. Her hat zanîn ku Muslim gotiye daxwazên wan yên ji bo siberojê di nav sînorên Sûriyê de dê çêbin û ji bo paşeroja Sûriyê jî dê gelê Sûriyê bi giştî biryarekê bide.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin girtin, di bin serokatiya Alîkarê Musteşarê Wezareta Karên Derve Omer Onhonî de heyetekê li Stenbolê bi serokê PYDê Salih Muslim re civînek pêk anî. Ev civîn wek dewama civîna ku li Stenbolê di 23ê tîrmehê de hatibû kirin, hat nirxandin.
Di civînê de pevçûnên li ser sînor, belavkirina arîkariyên însanî, beşdarbûna kurdên Sûriyê li komîsyona Şoreşgerên Sûriyê û Hêzên Mûxalif yên Neteweyî yên Sûriyê hat axaftin.
Daxwazeke xweserî û serxwebûnê tuneye
Serokê PYDê Salih Muslim got ku daxwazeke me ya xweserî û serxwebûnê tuneye û her wiha da zanîn ku vê gavê li bakurê welat valahiyeke otorîteyê heye û ji ber ku lazimiyên rojane yên gel bên tedarikkirin divê hin komîte bên avakirin. Muslim da zanîn ku li ser paşeroja Sûriyê dê bi hemû gelê Sûriyê re bên bal hev û wisa biryara xwe bidin.
Destûrmendên Wezareta Karên Derve jî peyamên hevdîtinê dubare kirin û gotin ku her du teref jî li ser soza xwe ne ku axaftinên vê hevdîtinê cidî bigirin.
Bi partiyên kurdan yên li Sûrîyê re jî hevdîtin pêk hat
Destûrmendên Wezaretê dan zanîn ku bi partiyên din yên Kurdên li Sûriyê re jî li Stenbolê civiyane û axivîne.
Di nav temsîlkarên partiyan de ji KDPa Sûriyê Abdulhekîm Başar, Partiya Azadî Mistefa Cûma û Mistefa Ûsû, Partiya Yekîtiyê Neşet Zaza û Partiya Yekîtiya Kurdên Sûriyê Îbrahîm Bro hebûn.
Ji Wezareta Karên Derve hat zanîn bi van koman re par li Erbîlê Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû jî civiyaye û axiviye û ev hevdîtinên vê dawiyê jî dîsa di vê çarçoveyê de bûne.