QAHÎRE
Berdevkê Çapemeniyê yê Partiya Dad û Azadiyê Mûrad Alî bi taybetî bang li raya giştî kir ku vê qetliyamê bidin sekinandin û wiha dewam kir: "Bi tundiya polêsan re dema ku leşker jî lê zede bibin ev tê wê maneyê ku birêvebiriyê bi temamî dê bixin destê xwe. Ji ber vê yekê em bangî raya giştî dikin ku demildest vê qetliyamê rawestînin."
Alî da zanîn ku piştî mudaxeleya hêzên ewlekariyê hezar mirî û deh hezar jî birîndar hene û her wiha tirsa xwe ya ku ev hejmar dê zêde be jî anî ziman. Her wiha Alî got ku alîgirên Partiya Dad û Azadiyê bi tu awayî çek bi kar neanîne. Di serî de jî me da nîşan ku em bikaranîna çekan qebûl nakin. Polês û leşkerên ku çekan bi kar tînin, hê jî mirovên me dikujin.
Alî da zanîn ku vê gavê eleqeya wan bi Qada Rabîatul Adewiyeyê re hatiye birîn û wiha pê de çû: "Bi tu awayî meriv nikare bikeve qadê û ji wir derkeve. Ji hêla nîşangiran ve însanên me tên kuştin. Em ê şermezarkirinên xwe bidomînin û qadan dagirin. Bi rewşa derasayî ve em hizir dikin ku dê qetliyam mezin bibe û mirî zêde bibin. Em li bendê ne ku raya giştî ya navneteweyî bikeve dewrê."
Wezareta Tendurustiyê jî daxuyand ku di bûyerên pêr de 278 kes mirine.
Berdevkê Çapemeniyê yê Wezareta Tendurustiyê Mûhemed Fethullah got ku li tevahiya Misrê 235 sîvîl û 43 polês mirine û 2001 kes jî birîndar bûne.
Wezîrê Karên Hundirîn Mûhemed Îbrahîm da zanîn ku jê 14 kes birutbe bi tevahî 43 polêsan canê xwe ji dest dane.