Berdevkê Wezareta Tenduristiyê yê Hikûmeta Filistînê Eşref el-Kudra daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku di êrîşên ku Îsraîl dibe ser Xezeyê de hejmara miriyan derket 163yan û ya birîndaran jî derket 1085an.
Kudra destnîşan kir ku balafirên şer yên Îsraîlê, bi şev êrîş bir ser malbata el-Batş a ku li taxa eş Şûcaiyyeya Xezeyê dimînin û di êrîşê de 18 kes mir, 50 kes birîndar bûn.
Şahidan jî got ku mal di êrîşê de xerab bûn û gelek kes birîndar bûn.
Kudra diyar kir ku balafirên şer ên Îsraîlê êrîş bir ser Refaha bajarê Xezeyê jî. Kudra got ku di vê êrîşê de jî 2 kes mirin, 3 kes birîndar bûn.