Serokê Şaxa Sîncarê yê Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) Serbest Babîrî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku zêdetirî 50 hezar tirkmenan xwe sipart Sîncarê û ev penaber di bin piran de, li serê rêyan û di înşaetan de Di nav şert û mercên dijwar û derînsanî de dijîn. Babîrî got: "Rêvebiriya kurd biryar da ku ji bo malbatên tirkmenan kampekê ava bike."
Babîrî destnîşan kir ku ji bo avakirina kampê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî telîmat daye û wiha dewam kir: "Herwiha em li ser têlefonê bi Barzanî re, der barê rewşa malbatan de axivîn. Barzanî diyar kir ku dê alîkariyê bidin malbatên tirkmen ên ku rewşa wan ne baş e."
Babîrî diyar kir ku malbatên tirkmen ên ku di nav şert û mercên dijwar de dijîn dê sewqî kampan bikin û wiha got: "Di serî de heyva sor a tirk digel gelek saziyên alîkariya mirovahî bi tiran xurek û melzemeyên ji bo jiyanê sereke ne şandin herêmê. Erzaq bi rêk û pêk li milet tên belavkirin. Bila dilê hemûyan rihet be."
Babîrî diyar kir ku di 16ê hezîranê de Telafer ket destê DÎŞIê. Piştî ku herêm ket bin kontrola DÎŞIê 50 hezar tirkmenî xwe sipart herêma Sîncarê.
Babîrî wiha pê de çû: "Tirkemên şiî yên ku perê wan hebûn çûn herêma Kerbela û Necefê. Malbatên ku qeweta wan nebû herin û yên ku nexwestin cih û warê xwe terk bikin li vir man. Li gor jimartina me 50 hezar malbatên tirkmen ên telaferî hatin Sîncarê. Hêsan nîne mirov pêdiviyên ewqas însanan bi cih bîne. Çi ji destê me bê em ê bikin."