Metna tobeyê ya ku DÎŞI bi dijberên xwe yên ku li hemberî wî şer dikirin û berê di nava rêxistineke din de cih digirtin, dide xwendin.
Metnê tobeyê wiha ye:
"Ez... (wekî nav), min di nav koma ... (navê komê; Eniya el-Nûsra, Eniya Îslamî, Artêşa Sûriyeyê ya Azad) ya girêdayî rêxistina ... (navê rêxistinê)ê de li hemberî Dewleta Îslamê şer kir. Ez qebûl dikim ku şerkirina li dijî Dewleta Îslamê tê wateya şerkirina li hermberî Xwedê û Resûlê wî û ez soz didim ku ez ê careke din li hemberî wê nesekinim û şer nekim."
"Xeynî vê, ez soz didim ku ez ê bêyî xebera Dewleta Îslamê beşdarî tu komê nebim an jî tu komê ava nekim û ez ê çekên xwe teslîm bikim, ez ê neçim herêmên ku di kontrola Sahweyan (ASA, Eniya el-Nûsra, Eniya Îslamî) de ne. Heke min ev şert û merc neanîn cih, hesabê ji min bê pirsîn. Ez vê yekê qebûl dikim."
Kesên ku dixwazin tobe bikin li gel du wêneyên wesîqeyî serî li "Dadgeha şerî" ya girêdayî DÎŞIyê dide û li hizûra berpirsê şerî, metnê tobeyê dixwîne û şûnde îmze dike û teslîmê wan dike.