Arîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Filistînê yê li Xazeyê Yûsif Ebû Rîş duh bi şev li Nexweşxaneya Şîfayê ya Xazeyê civîna çapemeniyê li dar xist û li vir wiha got: "Îsraîlê çek û moşekên qedexe yên navneteweyî bi kar anî."
Ebû Rîş diyar kir ku nexweşxaneyên Xazeyê bi birîndar û şehidan ve tijî bûn û wiha pê de çû: "Heta niha hejmara kesên ku ji ber operasyonên Îsraîlê mirin ji 150 kesî derbas bû.
Ebû Rîş di civînê de der barê bikaranîna çek û moşekên qedexe de wiha axivî: "Ekîbên ku di nexweşxaneyan de dixebitin, piştrastkirin ku birîn û dewsa li ser laşê birîndar û şehîdan, ya çekên qedexe yên navneteweyî ne."
Arîkarê Wezîrê Tenduristiyê got ku bijîşkên biyanî yên ku li Xazeyê ne jî, piştrastkirin ku Îsraîlê çekên qedexe bi kar anî.
Ebû Rîş destnîşan kir ku Îsraîl bi qesdî û wehşiyane sivîlan ji xwe re dixe hedef û wiha pê de çû: "Ji sedî 40ê qurbanên êrîşan, ji jin û zarokan pêk tê û dîsa di êrîşan de ji sedî 62yê birîndaran jin û zarok in."