Sûîqesda dijî ji fermandarên Cîhada Îslamî Ebûl Eta
Di êrîşa artêşa Îsraîlê da Ebûl Eta û jina wî hatin kuştin, 2 kes jî birîndar bûn
Palestinian Territory
Beha Ebûl Etayê ji fermandarên Seriyeyên Qudsê ku baskê eskerî yê Cîhada Îslamî ye, li Xezeya dorpêçkirî di êrîşa artêşa Îsraîlê da hat kuştin.
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha destnîşan kir, "Di êrîşa ku tevlî Şîn Bet a Servîsa Veşartî ya Îsraîlê bir serî da me Beha Ebûl Etayê ji fermandarên Seriyeyên Qudsê ya şaxa Cîhada Îslamî wek hedef girt."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku pesendkirina êrîşê bi destê Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû va hat kirin û wiha hat domandin: "Ebûl Eta kar û xebatên Cîhada Îslamî ya li Xezeyê dibir serî, ew mîna bombeya saeta wê eyarkirî bû û rasterast beşdarî operasyonên ku eskerên Îsraîlê û welatiyên wê hedef digirtin bûye."
- Seriyeyên Qudsê sûîqesd piştrast kir
Seriyeyên Qudsê jî daxuyaniyeke nivîskî weşandin û tê da piştrast kirin ku Ebûl Eta di êrîşê da hatiye kuştin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji ber vê êrîşê wê bersiveke ku Îsraîlê bihejîne bê dayîn.
Seriyeyên Qudsê herwiha ragihand ku wekî bersiva sûîqesda Ebûl Eta wan bi roketan êrîşî bajarên Sderot, Qudis û El-Hadirayê kir. Meqamên Îsraîlê hê li ser mijarê daxuyanî nedane.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di êrîşa li rojhilatê Xezeyê da yek jê jin 2 kes hatin kuştin, 2 kes jî birîndar bûn.
- Li deverên nêzîkî Xezeyê sîrenên roketan lê dan
Piştî sûîqesda Ebûl Eta, li milê Îsraîlê yê nêzîkî Xezeyê elerimê lê da.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat diyarkirin, bajarê Aşdodê di serî da li gelek herêmên nêzîkî Xezeyê sîrenên roketan lê dan.
Herwiha der heqê wê yekê da heta niha daxuyanî nehat dayîn bê ka ji ber roketên ku ji Xezeyê hatin agirkirin, tu kes mir an na.
Di daxuyaniya hikûmeta li Xezeyê da jî hat ragihandin ku ji ber êrîşa Îsraîlê li hemû avahiyên hikûmetê rewşa awarte hat ragihandin û heta emrekî din, hemû dibistan hatin tetîlkirin.
- Kabîneya Ewlekariya Îsraîlê dê Xezeyê gotûbêj bike
Hat ragihandin ku Kabîneya Ewlekariya Îsraîlê ji bo gotûbêjkirina sûîqesda Ebûl Eta û geşedanên dawîn ên li herêmê dê bi dema herêmê di saet 09.00an da bicive.