Nihat Kavşut
01 Sibat 2020•Rojanekirin: 02 Sibat 2020
Artêşa Îsraîlê bi êrîşên esmanî li hin herêmên li navîn û rojhilatê Xeta Xezeyê xist.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmê hilda balafirên şer li semta Şucaiyeyê ku li rojhilatê Xezeyê ye li qadeke çandiyê û li semta Nusayratê ku li herêma navîn ya Xezeyê li cihekî Hemasê xistin.
Wezareta Tenduristiyê ya Filîstinê hê daxuyanî nedaye.
Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku di nav 24an da 8 moşek avêtine.
Li Xeta Xezeyê ya dagirkirî roja înê eskerên Îsraîlê midaxeleyî Filistîniyên dixwestin ku plana qaşo aştiyê ya Amerîkayê prostesto bikin kiribûn û 12 Filistînî birîndar bûbûn.