Dinya

Li Xezeyê dostaniya Misliman û Xiristiyanan

Dostaniya di navbera Xatîm Harîsê Misliman û Kemal Terziyê Xiristiyan ên ku li Xezeya di dorpêça Îsraîlê da dijîn da mînakeke baş a jiyana bi hevdu ra ya dîn û çandên cuda nîşan dide

Haydar Şahin  | 24.05.2018 - Rojanekırın : 25.05.2018
Li Xezeyê dostaniya Misliman û Xiristiyanan

Gazze

XEZE 

Dostaniya di navbera Xatîm Harîsê Misliman û Kemal Terziyê Xiristiyan ên ku li Xezeya di dorpêça Îsraîlê da dijîn da mînakeke baş a jiyana bi hevdu ra ya dîn û çandên cuda nîşan dide.

Terziyê Xiristiyan (56) di karûbarên rojane yên Harîsê (47) ku 6 sal in nabîne da aliyê wî dike, dema Harîs ji bo nimêjê diçe mizgeftê jî jê ra hevalrêtiyê dike. Dostianiya di navbera herdu kesên ji dîn û çandên cuda ji bo tu kesî ecêb nayê dîtin.

Terzî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Misliman û Xiristiyanên ji Filistînê bi salan e di nav hev da dijîn, dostaniya wî ya bi Harîs ra tiştekê normal e.

Terzî destnîşan kir ku ji vir 15 sal berê Harîs nasikiriye, berê ji dermanxaneya hevalê xwe dermen dikirî û sal ser ra derbas bûn dostaniya wan xurt bû.

Terzî got Harîs dema reçeteyek amade dikir qeza derbas kir û çavên wî nabînin û wiha pê da çû:

"Mixabin vê qezayê jiyana Harîs guherand. Hevalê me beriya ku kor bibe ji xwe ra xistibû xuy û nimêja xwe li mizgeftê dikir. Min jî biryar da ku aliyê wî bikin. Dema diçe nimêjê ez jêra hevalrêtiyê dikim. Dema dikeve mizgeftê ez li ber derî li benda wî disekinim. Piştî nimêjê jî em bi hevdu ra vedigerin malê."

Terzî diyar kir ku bi Harîs ra hin caran derdikeve bazar û gerê jî û hin caran jî ji hevalê xwe ra rojnameyê dixwîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın