İbrahim Atmaca
30 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2018
GAZZE
Îsraîlê pêr êrîşa esmanî bir ser Şirîda Xezeyê û 3 zarokên ku di êrîşê da şehîd bûn, hatin definkirin.
Ji bo Xalid Ebû Seîd (14), Ebdulhemîd Ebû Zahir (13) û Mihemed es-Satariyê (13) şêniyên Wadî es-Selkaya gundê Xezeyê merasima cinaze hat lidarxistin. Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniyye jî di nav da serkirdeyên komên Filistînî û bi hezaran Filistînî beşdar bûn.
Piştî ku nimêja cinazeyên zarokên şehîd li Mizgefta El-Hîkmeyê hat kirin, li goristana gund hatin definkirin.
Kesên ku beşdarî merasima cinaze bûn, ji komên Filistîniyan xwestin ku bersivê bidin êrîşên Îsraîlê.
Alîkarê Serokê Meclisa Yasamê ya Filistînê Ehmed Behr di merasimê da daxuyanî da û got ku Îsraîl di xwepêşandanên "Meşa Vegerê ya Mezin" da jin û mêran dikuje, helbet kuştina wê ya zarokan jî ne xerîb e.
Ji serkirdeyên Hereketa Cîhada Îslamî Xalid el-Batş diyar kir, dema ku zarok di zeviya xwe da çûk digirtin wê demê hatin şehîdkirin, ji bo ku xwepêşandanên li ser sînor bisekinin loma bi kuştinan peyaman didin, lê ew ê bi vê yekê nexapin û netirsin.