İbrahim Atmaca
30 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2018
ANKARA
Nîşaneya Enqereyê Navenda Dan û Standinê ya Atakuleyê cardin vebû û di vekirina wê da Ozan Dogulu DJ konser da.
Gel eleqeyeke mezin nîşanî Navenda Dan û Standinê ya Atakuleyê da û çalakiyên ku ji bo vekirinê hatin lidarxistin, heta êvarê dewam kirin. Êvarê jî Ozan Dogulu DJ li baniyê Atakuleyê konser da dewetiyan.
Piştî Ozan Dogulu fîşengên hewayî hatin teqandin û şev ronî bû.
Atakule GYOyê di sala 2016an da cardin Navenda Dan û Standinê ya Atakuleyê çêkir. Navend li girekî ku bi Parka Botanîk va dixûyê ye.