Serokê DYAyê Barack Obama got hêvî dikim ku Îsraîl ji bo ku jimara miriyên sivîl ên di operasyona ji bejahiyê ya li ser Xazeyê de, daxin asta herî kêm hewl bide.
Obama li Qesra Spî daxuyaniyek da û diyar kir ku vê sibê der barê rewşa li Xazeyê bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû re li ser telefonê axivî û got ku "Em di axaftina xwe de li ser hewldana Îsraîlê ya ji bo rawestandina terorîstên ku ji tunelan dikevin Îsraîlê û der barê operasyona leşkerî ya Îsraîlê ya li ser Xazeyê axivîn."
Obama diyar kir ku di axaftinê de piştgiriya xwe ji bo mafê xweparastina Îsraîlê teyît kirin û wiha axivî: "Divê tu welat qebûl neke ku moşekan biavêjin nav xaka wan an jî bi rêya tunelan terorîst bên û bikevin axa wî. Heta di dema axaftina min a bi Serokwezîr Netanyahû re li Tel Avîvê sîrenan lê xist."