Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry, tenê çend hefte beriya ku wextê qonaxa ewil a der barê hevdîtinên bernameya nukleerê ya Îranê ya ku hêvî dikirin dê hevkirinekê çêbe de diyar kir ku hê jî di nava wan û Îranê de ji hêla nêrînê de "cudatiyên gîrîng" hene û sînyal da dibe ku DYA ji muzakereyan vekişe.
John Kerry beriya ku derbasî Cenevreyê be li Londonê daxuyanî da û der barê beşdariya xwe ya ewil a muzakereyan de wiha got: "Ev nayê wê wateyê ku dê biryarekê ji vê hevdîtinê derkeve, hê jî di navbera me de cudatiyên gelek gîrîng hene."
Kerry ragihand Serokê DYAyê Barack Obama diyar kir ku heke di muzakereyan de were hîskirin Îran têra xwe hewl nade û nîşan nade ku bernameya wan a nukleerê tenê aştîxwaz e, wêçaxê ew bi temamî amade ye ku muzakereyan rawestîne.
Wezîrê Karên Derve yê DYAyê destnîşan kir ku der heqê, "divê Îran îsbat bike ku bernameya wan a nukleerê aştîxwaz e" de di nava wan û Rûsya, Çîn, Fransa, Brîtanya û Almanyayê yên ku beşdarî muzakereyan dibin de tu 'dubendî' tuneye.
Hevdîtin li Cenevreyê li President Wilson Hotelê dewam dikin. Îro dê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf û hemkarê wî yê Amerîkî John Kerry jî beşdarî muzakereyan dibin.
Hevdîtinên di navbera Îran û koma 5+1ê de negihîştibû encamekê û mizakere taloqê 1ê Tîrmeha 2015an bibû. Civîna dawîn a hevdîtinên li ser bernameya nukleerê herî dawî di 29ê rêbendanê de bi beşdariya alîkarên wezîrê karên derve yên Îran, Brîtanya, Fransa û Almanyayê ve li Stenbolê pêk hatibû.