QAHÎRE
Derbenexwazan li Misrê guh neda qedexeya derketina kolanan û li gelek bajaran xwepêşanên protestoyê kirin.
Derbenexwaz li bajarên wek Qahîre, Gîza, Îsmaîliye, Asyût, Sûweyş, Feyyûm, Port Saîd û Wadî Cedîdê daketin kolanan û birêvebirî û qetliyam şermazar kirin.
Di vê navberê de li gelek bajaran mudaxeleyên leşkerî û pevçûn qewimîn.
Çavkaniyên nexweşxaneyan ragihandin ku li bajarê Îsmaîliyeyê di bûyerên ku hêzên ewlehiyê mudaxeleyî xwepêşandêran kirin de, 11 xwepêşander û 7 peywirdarên ewlehiyê mirin, bi sedan birîndar hene.
Li Sûweyşê jî hat dîtin gelek erebeyên leşkerî li kolanan in. Hat ragihandin ku leşkeran li kesên ku guh nadin qedexeyê xistin û guleyan berdidin hewayê.
Hat ragihandin ku yekîneyên artêşê ji bo ku belav bibin bangî derbenexwazên ku li ber Mizgefta Hemzeyê kom bûbûn kir, lê xwepêşandêran guh neda vê bangê.
Hin kesên nediyar li Asyûtê du topên hewanê avêtin navenda Sahîl Selîm ya polêsan. Di bûyerê de di navenda polêsan de xisar çêbû. Hat diyar kirin ku li bajêr pevçûn diqewimin.
Li bajarê Mînyeyê yê li başûr jî Dêra Enba Mûsayê ji hêla hin kesên nediyar ve hat şewitandin.