SÜLEYMANİYE
Partiyan li bajarên wek Erbîl, Silêmanî û Dihokê yên di bin birêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqa Fedaral (HKIF) de, beriya qedexeya hilbijartinê xebatên xwe yên propagandayê qedandin. Partiya Demokrat a Kurdistanê mohra xwe li Hewlêrê da û YNK jî li Silêmaniyê ku li wir bi hêz e, mîtîngeke mezin li dar xist. Hat dîtin ku beşdarên mîtinga li Parka Azadiyê gelekî zêde bû.
Hevjîna Serokomarê Iraqê Celal Talabanî Hero Talabanî parast ku hemû îdiayên der barê tenduristiya Celal Talabanî yên ku di çapemeniyê de cî digirin derew in û got ku tenduristiya hevjînê min gelek baş e, yên ku der barê wî de derew diaxivin, Xwedêyo bila qurbana wî bin. Kesên beşdarî mîtingê bûn jî li ser van gotinan bi hev re bersiva "amîn" dan.
Cîgirê Serokê Giştî yê YNKê Dr. Berhem Salîh jî di axaftina xwe de diyar ku di heyameke ku Rojhilata Navîn bûye wek gola xwînê de, hilbijartina Herêma Kurdistanê ji bo demokrasiyê peyamek e.
Salih parast ku ji Diyarbekirê heya Tunceliyê, ji Qamişloyê heya Qobaniyê çavên hemû kurdan li ser vê hilbijartinê ye û got " Dibe ku nêrînên me cuda bin lêbelê eşqa me ya Kurdistanê me tîne cem hev. Ev heyameke wisa ye ku kurd mafên xwe diyar dikin û ber bi azadiya xwe ve dimeşin."
Salih niqaşên hilbijêrên sexte jî bi bîr xist û ji bo ku beşdariya hilbijartinan zêde be, xwest ku partiyî bixebitin. Salîh diyar kir ku heke YNK bi tenê serê xwe bibe îqtidar, dê hemû partiyan bîne cem hev û da zanîn ku hilbijartin dê heman demê de derfet bide ku car din destûrê bînin parlementoyê.
Tevgera Goran jî mîtinga xwe ya dawî kir
Tevgera Goran jî di bin serokatiya Noşîrvan Mistefa de mîtinga xwe ya dawî kir û xwest ku gel di hilbijartinan de raya xwe bide.
Qedexeya hilbijartinê saet di 00.00ê de dest pê kir. Partî piştî vê saetê dê nekarin li cihên vekirî û girtî bangeşeyê bikin. Di hilbijartinan de 30 partî û kom hene û dê 111 parlementer herin parlementoyê.