Serwîsa çapemeniyê ya parlementoyê daxuyanî da û di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di rûniştina derasayî ya îro de Danezana Serxwebûna Komara Xweser a Qirimê hat nîqaşkirin. Hat diyarkirin ku ji bo referandûma ku dê di 16ê adarê de bê kirin 78 parlementeran dengê erêkirinê dan.
Di danezana Serxwebûnê ya Komara Xweser a Qirimê û Bajarê Sîvastopolê de wiha hat gotin:
"Di referandûma ku dê di 16ê adarê de bê kirin de heke ku Komara Xweser a Qirimê û Bajarê Sîvastopolê biryar bide ku girêdayî Rûsyayê bibe, dê Qirim wekî komareke serbixwe û desthilatdar bê îlankirin.
Komara Qirimê, wekî dewleteke demokratîk, laîk û pirnijad teahûd dide ku dê li ser axa xwe aşitî, aramî û nîzama nijadî û dînî biparêze.
Komara Qirimê, wekî dewleteke serbixwe û desthilatdar, li gor encamên referandûmê û peymanameyên navdewletî ji bo ku bibe yek ji devereke federal a ku girêdayî Federasyona Rûsyayê, dê serî li parlementoya Rûsyayê bide."
- Kosova wekî nimûne hat nîşandan
Hat destnîşankirin ku Danezana Serxwebûnê li gorî mafê çarenûsiyê ya Peymanameya Neteweyên Yekbûyî (NY) û hin peymanameyên navdewletî yên din hat ragihandin. Xeynî vê hat bi bîr xistin ku Dadgeha Navneteweyî ya NYyê biryar dabû ku ragihandina serxwebûna Kosovayê li dijî rêzikên hiqûqa navneteweyî nîne.
Hat diyarkirin ku Parlementoya Komara Xweser a Qirimê û Şûraya Bajarê Sîvastopolê danezan pejirand.