Pêşnuma di meclisê de li dijî 7dengan bi 402 dengan hat qebûlkirin. Di pêşnumayê de "Îxlalkirina desthilatdarî, serxwebûn û yekîtiya axa Ukraynayê ya leşkerên Rûsyayê" hat şermezarkirin.
Di pêşnumayê de bangî Rûsyayê hat kirin da ku hemû hêzên xwe yên leşkeriyê ji Komara Xweser ya Kirimê vebikşîne û hat diyarkirin ku mafê Ukrayanayê heye ku pêşeroja xwe bêyî mudaxaleya ji derve diyar bike.
- Lûtkeya G-8an boykot bikin
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Barack Obama jî di pêşnumayê de bangawazî kir da ku "welatên demokratîk yên din" lûtkeya G-8an dê li bajarê Soçiya Rûsyayê bihata lidarxistin boykot bikin. Obama got ku lûtkeya G-8an a dê di meha hezîranê de li derveyî Rûsyayê bê kirin û Rûsya dê beşdarî lûtkeyê nebe, herwiha lûtke wek lûtkeya G-7an bê lidarxistin.
Di pêşnumayê de DYAyê xwast ku mutefîkên Ewropayî û saziyên navneteweyî bi hev re bixebitin û alîkariya darayî, aborî û teknîkî bidin hikûmeta Ukraynayê.