XAZE
Hat ragihandin ku dê artêşa Îsraîlê biryar da ku li hember êrîşên bi fuzeyan yên li ser sînor, hin tevdîrên cezaî bigire.
Di qenala fermî ya Îsraîlê Qenal 1ê de nûçeyek hat weşandin. Li gor nûçeyê dê artêşa Îsraîlê li hember êrîşên bi fuzeyan yên li ser bajarên li ser sînor, hin tevdîrên cezaî bigire. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku heta emrekî duyemîn "Hemû deriyên ku vedibin Xazeyê dê bên girtin, dê destûr nedin ku malzemeyên xurek, înşaet û yên din derbasî aliyê Xazeyê bin, ziyaretên filîstiniyên li aliyê Xezayê yên ji bo dîtina girtiyên xwe yên di girtîgehên Îsraîlê de, bê rawestandin."
Di nûçeyê de heman demê de dan zanîn ku yekînêyên artêşê di teyaqûzê de ne.
Midûrê Îdareya Deriyên Sînor yê Hikûmeta Filîstinê Nazmî Mehna daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê. Mehna got ku "Îsraîllê da zanîn ku li hember fuzeyên ku ji Xazeyê tên avêtin heta emrekî duyemin dê Deriyê Sînor Kerem Ebû Salîm bê girtin."
-"Em ji êrîşeke nû ditirsin"
Ehmedê xezayî got ku em ditirsin ku Îsraîl ambargoya ku dike zêde bike. Ehmed anî ziman piştî ku nûçeya girtina deriyê sînor belav bû tirsa êrîşeke nû ya ji aliyê Îsraîlê ve ket dilê wan. Ehmed got ku gel berê êvarê heta niha ji tirsana diçin firûn, market û benzînfiroşan.
Radyoya Îsraîlê ber êvarê îlan kiribû ku li gor tespîtên ewilîn herî kêm 30 fuze avêtin bajarên Îsraîlê yên li ser sînora Xazeyê yên wekî Sderot, Netîvot, Sdot Nagv û Poet Negev. Hatibû ragihandin ku di êrîşan de kesek nemir û birîndar nebû. Seriyyeyên Qûdusê yên ku şaxa leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî ne berpirsyariya êrîşan girtibû li ser milên xwe û dabû zanîn ku Îsraîlê duh 3 kesên ku endamê tevgerê ne kuştin, ji ber vê yekê me hemberî da.
Artêşa Îsraîlê duh ji hewayê êrîşî bajarê Refahê kiribû û 3 filîstinî di êrîşê de mirbûn. Li Beyt Hûnê di maleke de teqînek çêbibû û di teqînê de li ser îxtimala dibe ku êrîş be disekiniyan. Di teqînê de 3 kes mirîbû, yek ji wan jin 2 ji wan zarok 7 kes jî birîndar bibû.