Serokê Partiya Civaka Îslamî (Komele) ya li Herêma Kurdistana Iraqê Elî Bapîr der barê serxwebûna kurdan de wiha got: "Ji bo serxwebûnê helwesteke xurt lazim e. Mafê kurdan e ku qedera xwe tayîn bikin. Lê şert û mercên niha rê nadin serxwebûnê."
Elî Bapîr got ku heger em di mijarên neftê û parvekirina budçeyê de bi Bexdayê re li hev nekin, em ê hin biryarên girîng hildin.
Serokê Komeleyê Bapîr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku 5 partiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê hatin bal hev û geşedanên dawîn nirxandin û wiha got: "Me 3 meh wext dabû Bexdayê û dem xilas dibe. Hikûmeta navendî ya Iraqê deynê Kurdistanê nade û li ser rizqê gel siyasetê dike. Ev hemû sedemên polîtîkayên Nurî el-Malikî ne."
Bapîr got ku nûnerên NY û DYAyê beşdarî civîna dawîn a partiyan bûn û wiha dewam kir: "Me biryar da ku em tevlî hikûmeta Bexdayê bibin. Divê piştî sondxwarinê deynê xwe bidana. Me 3 meh wext danî û heta niha deynê mehekê jî nedane. Heger wiha bikin em ê wek gelê Kurdistanê û Iraqê biryarên girîng hildin."
Bapîr destnîşan kir ku em ê rêyên diplomatîk heta dawiyê biceribînin û wiha axivî: "Ji ber vê jî divê ji DYA, NY û Iraqê hin kes bibin navbeykar. Li gor me dibe ku Wezîrê Neftê Adil Evdilmehdî bibe navbeynkar. Divê hikûmeta Îbadî jî gav bavêje. Lê heta niha Îbadî gav navêtiye."
Bapîr wiha peyivî: "Niha jî behaneya Bexdayê ew e ku neft bi rêya Şirketa Neftê ya Neteweyî (SOMO) were şandin. Wê peyre budçeyê bişînin. Lê divê di serî de budçeyê bidana. Wê pey re mijara SOMOyê bihata axaftin. Helwesta hikûmeta Iraqê zirarê dide hevdîtinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de."
Bapîr got ku heke em bi hikûmeta nû re li hev nekin, em ê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokomarê Iraqê Fuad Mesûm re bên bal hev û biryarên girîng hildin.
Bapîr destnîşan kir ku em dixwazin bi suniyan re jî Bên bal hev û wiha got: "Bexdayê siyasteke mezhebî hebû. Dewleta ku kurd û sunî tê de tunebin nabe Iraq. Ev dibe dethilatdariya mezhebî."
- "Ji bo serxwebûnê helwesteke xurt lazim e"
Bapîr der barê serxwebûnê de jî wiha got: "Ji bo serxwebûnê helwesteke xurt lazim e. Mafê kurdan e ku qedera xwe tayîn bikin. Lê şert û mercên niha rê nade vê."