Li Iraqê teqemeniyên ku ji dema rejima Beasê mane, ji bo heyata sivîlan talûkeyeke mezin in. Ji ber ku li ber sînorê Îranê ye li Pêncewîna navçeya Silêmaniyeyê rejima Beasê bi hezaran teqemenî bi cî kirine. Li navçeyê eraziyekî 52 milyon mêtroqereyî li benda derxistina teqemeniyan e.
Li Silêmaniyeya Herêma Kurdistana Iraqê heta niha 4 hezar kes ji ber teqemeniyan mirine û 5 hezar û 220 kes jî birîndar bûne.
Midûrê Saziya Teqemeniyan a Silêmaniyeyê Ehmed Fetah daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piraniya teqemeniyan di şerê Îran û Iraqê de ku di 1980an de dest pê kir, hatine bicîkirin. Fetah destnîşan kir ku wê demê li Pêncewînê baregehên Beasê hebûn û artêşê li ciyên ku nikaribû biparêze teqemenî bi cî kir.
Fetah diyar kir ku li Pêncewînê nêzî 60 milyon mêtroqere eraziyê bi teqemenî heye û wiha got: "Li navenda navçeyê jî 5 milyon mêtroqere eraziyê bi teqemenî heye. Hin malbatan ji ber tunebûna cî li ser van eraziyan avahî çêkirine."
Fetah destnîşan kir ku ji 1991an vir ve 8 milyon mêtroqere erazî ji teqemeniyan hatiye paqijkirin.
- Iraq di eraziyên biteqemenî de di rêza 3an de ye
Fetah diyar kir ku piştî Kampoçya û Efganistan herî zêde li Iraqê eraziyên biteqemenî hene û wiha axivî: "Pêncewîn jî li Iraqê di rêza sêyemîn de ye û Herêma Kurdistanê jî di rêza yekemîn de ye. Sedem jî ew e ku Pêncewîn nêzî sînorê Îranê ye û dereke asê ye."
Pisporê paqijkirina teqemeniyan Raman Tayfurê ku li Pêncewînê dixebite destnîşan kir ku piraniya teqemeniyan ji ber ava lehiyê cî guherandine û ji ber vê talûke mezin e.
Tayfur got ku di nav 6 mehan de li 416 cihan 3 hezar teqemenî hatine derxistin.
- Herî zêde teqemeniyên Îtalya û DYAyê hene
Tayfur di berdewamiyê de wiha axivî: "Li herêmê herî zêde teqemeniyên Îtalyayê hene ku cureyên wan V69 Valmara û VS-50 ne. Peyre jî yên DYAyê hene ku cureyên wan M14 û M16 e. Herî zêde ev her du cure bi talûke ne. Ji xeynî wan yên Îsraîl, Çîn, Belçîka, Komara Çekan û Romanyayê hene."