Serokê DYAyê Barack Obama got ku li Rohîngyan û komên misilman yên li Myanmarê zilm tê kirin û ew ji ber vê yekê di nav fikaran de ne.
Obama duh çû serdana Myanmarê û berî hevtînên ku li paytext Naypyidawê bi erkdaran re bike daxuyanî da kanala herêmî ya xeberan a Irrawaddyê.
Obama got ku mehkûmên siyasî yên berê hê jî li Myanmarê rastî tehdeyî û zilmê tên, endamên çapemeniyê tên binçavkirin û wiha dewam kir: "Demeke berê artêşê, rojnameger Aung Kyaw Naîng binçav kir û bi awayekî hovane ew kuşt."
Serokê DYAyê Barack Obama dê di Lûtkeya Asyaya Rojhilat de bi Serokê Dewleta Myanmarê Theîn Seîn re bê bal hev û sibê jî dê derbasî Yangonê bibe û li vir jî bi Serokê muxalefetê yê myanmarî Aûng San Sûû Çîî re hevdîtin bike û li Zanîngeha Yangonê jî biaxive.