WASHINGTON
Êzdiyên ku li Washingtonê dijîn ji ber erîşên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) ji serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Barack Obama alîkarî xwestin û DÎŞI protesto kirin.
Êzdiyên ku li ber Qesra Spî kom bûn pankartên 'Alîkariyê bidin êzdiyên li ıraqê', 'êzdiyan ji zilma DÎŞIyê xelas bikin' nîşan dan û bı dirûşmeyên 'li Iraqê zarok dimrin û Obama tu li ku derêyê' ve meşiyan.
Êzdiyan ji Amerîkayê xwestin ku bila alîkariyê bide û wan biparêze.